Ciwan ji bo enternasyonalîzmekê nû bang dikin

‘Ciwanên cîhanê bibin yek û cîhanê biguherînin!’

Konferansa Ciwanên Cîhanê li Parisê hate lidarxistin.

Ji 3’ê heta 5’ê Mijdarê Konferansa yekêmîn a Ciwanên Cîhanê ji aliyê insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê dinivîsin hate lidarxistin. Ji 49 welatan 400 delege ji 95 rêxistinan li ser vê bingehê li bajarê Parîsê kombûbûn. Di sê rojê konferansê bi awayekî berfireh li ser aliyên qeyrana cîhanî û riyên çareseriyê di destê tevgerên radîkal ên ciwanan hate nîqaş kirin. Di vê çarçoveyê de hemû delege cih û berpirsyartiya xwe di vê têkoşînê û weke avakerên pêşeroja cîhanê nirxandin.

Konferans bi giştî rêgezên Xweseriya Ciwanan, Têkoşîna Azadiya Jinê û Guhertina Pergalê di navenda nîqaşa xwe de destgirt. Axaftvanên konferansê derbare şert û mercên kaotîk, rizandina pergalê û felaketa têkçûyîna jîngehê ku ciwanên îro têda mezin dibin axivîn. ‘Dawiya dîrokê’ ku piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê hatibû îlankirin rê li pêşiya pergalekê cîhanî a kapîtalîst tijî nakokî û aloziyan vekiriye. Erka me jî îro rast bi nav kirina van pirsgirêkan û li gorî vê înşakirina pêşerojekê azad ji bo her kesî. Pêkhatina vê jî îro di çarçoveyekê gûrbûna şeran, zêdebûna tengezariyê di navbera hêzên emperyalîst de, aloziyên derbare çavkaniyên xwezayî, hilweşandina xwezayê, bilindbûna faşîzm û politîkayên netewperest – bi kûrtahî, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn.

Di vê hewildanê de têkoşînên jinan esas in û li ser vî esasî jî di rêgezên konferansê de jî wiha tê gotin:

‘Pergala heyî em têda dijîn li ser bingeha desthilatdariya zilam hatiye avakirin. (…) Em çawa dikarin têkoşînekê rast hemberî zilamsalariyê pêşbixînin û serdemekê nû bidin destpêkirin?’ Ji bo bersiva vê pirsa em çawa serdemekê nû bidin destpêkirin rêveber û nûnerên tevgerên serwext, civakî û radîkal ên ciwanan ji çar aliyên cîhanê li Parîsê hatibûn gel hev.

Di konferansê de hem tecrubeyên têkoşînê yên berê, her wiha pratîkên heyî yên berxwedanê hatin nirxandin, da ku pêşxistina stratejiyekê hevpar a têkoşînekê rêxistinkirî li ser asta cîhanê karibe were destgirtin. Delegeyên konferansê di nava panel û komxebatan de, her wiha di navberan de de tecrubeyên welat û tevgerên xwe bi hev du re parvekirin. Li ser vê bingehê delegeyekê ji gelê Mapuche, ku di nava têkoşînekê bidestxistin û parastina axa xwe ya kevnar de ne, balkişand ser pêwistiya girêdana van mijaran:

‘Kapîtalîzm di astekê cîhanî de serdest e. Heger tevger û herêmên me ji hev qut bimînin, em nebin xwedî agahî, em di tecrîdê werin hiştin, vê demê xeteriya tunebûnê li ser me heye, lê potensyala girêdana me ya navnetewî ji holê rakirina vê xeteri ye.’

Di panela ‘Têgihîştina Cîhana me ya Îro’ de Rachelle, sekretera giştî ya Anakbayan, rêxistinekê ciwanan ji Filipînê, nirxand:

Divê em têkoşîna xwe ya gelerî pêşbixînin û xwe bigihînin tevahî beşên civakê da ku cîhanekê nû biafirînin.’

Di konferansê de ne tenê panel û komxebat hatin lidarxistin, lê di heman demê de jî aktivîteyên hevpar û bernameyên taybet ên çandî jî hatin lidarxistin. Delegeyên konferansê bi hev re xwarin dixwarin û êvaran li gorî muzîka gelerî ji Brazîl heta Occitane û Kurdistanê govend gerandin. Pırtuk û berhemên hûnerî ji decerên cûr bi cûr ên cîhanê bi hev re hatin parvekirin û pêşengeh û pirtukxane li cihê konferansê hatin vekirin. Ne tenê di mijarên têkoşîna siyasî de yekitî hate pêşxistin, lê bi naskirina çanda hev coşekê mezin, ruhekê rêhevaltiya germ û rêxgirtinekê kûr beramberî hev hate avakirin û bi vî awayî rê li enternasyonalîzmekê rasteqîn hate vekirin.

Ignacio, ji rêxistina Liberacion ji Şîlî dibêje:

‘Hêviyekê mezin çêdike ku ciwanên ji Latîn-Amerîka, Asya, Afrîka û Ewrupa li vir tên gel hev. Ruxme ferq û cudahiyên me gellek mijar hene me dikin yek.’

Di axaftina girtinê de, endamê komîteya amadekar Florian Andre, carekê din da diyarkirin ku ev konferans bi fikira Abdullah Öcalan çêbûye. Abdullah Öcalan, yê ku paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk pêşxistiye û jin û ciwan weke hêzên wê yên pêşeng pênase kiriye. Ji bo vê hate nirxandin ku azadiya wî ya fizikî ji bo hemû têkoşerên demokrasiyê xwedî girîngiyekê mezin e. Di vê çarçoveyê de Lewis Maghanga, nûnerê Lîgaya Sosyalîst a Şoreşger ê Kenya, welatê ku Abdullah Öcalan beriya 25 salan di encama komployekê navnetewî de hatibû revandin li ser navê pêkhateya konferansê diyarkir:

‘Banga me ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Öcalan beşekê herî pêwîst di têkoşîna me de ye!’ Li ser vî esasî dirûşmeyên ‘Free Öcalan’ û ‘Bijî Serok APO’ li salona konferansê bilind dibûn.

Dİ dawiya konferansê de hemû delege bi hev re daxuyaniya encamnameyê ji raya giştî re ragihandin:

‘Yekitiya hemû hêzên demokratîk, şoreşger û dij-pergalê li seranserî cîhanê pêwîstiyekê nebe nabe ye. Weke insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ em li ser bingeha rêgez û armancên hevpar kar dikin. Dijayetiya me li hemberî kapîtalîzmê me tîne gel hev û di heman demê de jî em cih ji ferq û cudahiyên di nêrîn, teorî û pratîkê de dihêlin.’

Di berdewama daxuyaniyê de dijminê hevpar tê tespît kirin û li gorî vê armanca sereke ya têkoşîna hevpar tê bibîrxistin: ‘Em li hemberî hemû cureyên zordestiyê, her wiha li hemberî kapîtalîzm û îdeolojiya wê lîberalîzmê, ku civakê li ser esasî destgirtinekê sexte ya ‘azadiyê’ perçedike û ferdpersetiyê pêşdixîne, li dijî zilamsalarî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê têkoşînê dikin. (…) Di têkoşîna li hemberî her şêwazî dagirkerî û mêtingeriyê de em yek in. Her civakek xwedî mafê rewa yê xwe-parastinê ye. Di vê çarçoveyê yek ji erkên sereke yên enternasyonalîst a ciwanan ew e ku li hemberî politîkayên emperyalîst ji welatên me tên birêvebirin derkevin û têkoşînekê mezin bidin meşandin. Em mafê her gelekî ya xwe-birêvebirinê diparêzin û piştgiriya xwe bi tevahî gelên bindest, bi taybetî gelê Filistîn û Tevgera Azadiya Kurdistanê radigihînin.’

Li ser perspektîfên îro yên enternasyonalîzmê jî hate gotin:

‘Hêzên desthilatdar ruxme hemû nakokiyên di nava hev de bi awayekî koordînekirî hareket dikin û êrîşî me dikin, ji ber vê jî piştgiriya navnetewî û hevgirtinê ji bo me jî şertekê esasî ye. Tevgerên me li kûderê di bin êrîşê de bin em ê piştgiriya hev bikin. Em ê ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên şoreşger bixebitin. Di çarçoveya kampanya cîhanî ji bo azadiya fizikî ya Abdullah Öcalan, ku di 10’ê Cotmehê 2023’an de destpêkir, em beşdarbûna xwe û piştgiriya daxwazên kampanya ‘Ji Abdullah Öcalan re azadî – Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ radigihînin.

Di dawiya daxuyaniyê de li ser giringiya nasnameya civakî û têkoşerî ya ciwanan bal hat kişandin û li gorî vê bangawazî ji bo tevahî ciwanên azadîxwaz ên cîhanê hate kirin:

‘Ciwan di her civakekê de beşa herî dînamîk in û motora guhertin û veguhertinê ne. Mîsogeriya nûbûna têkoşîn û tevgerên me, bi rêxistinbûna xweser a ciwanan li ser bingeha îrade û hêzbûna serbixwe mumkin e. (…) Yekitiya ruh û hêz a ciwanan ji bo têkoşînên azadiyê li tevahiya cîhanê pêwistî û pêdivi ye. Heger di sala 1848’an de Manîfestoya Komunîst, ku heta îro li ser mirovatiyê xwedî bandorê, bang kir: ‘Karkerên cîhanê bibin yek!’, vê demê em jî îro li vê mîrasê xwedî derdikevin û bang dikin: ‘Ciwanên cîhanê bibin yek û bi hev re vê cîhanê biguherînin!’

06.11.2023, Parîs

Insyatîfa ‘Ciwan Dîrokê Dinivîsin’ û Navenda Ciwanan a Ronahî ya Têkiliyên Civakî

Scroll to Top